Cihan Rûsya hişyariyê dide, Amerîka bersivê dide

Rûsya hişyariyê dide, Amerîka bersivê dide
firokeyeke Amerîkî ji cureya F/A 18 Super Hornet

K24 – Naveda Nûçeyan

Piştî ku Rûsyayê hişyarî da Hevpeymaniya Navdewletî ku her firokeyekê wê derbasî herêmên operasyonên wê yên li Sûriyê bibin, eger heye ku bêne armancakirin. Amerîka jî bersiv da û got:“Ji mafê me ye berevaniyê li xwe bikin”

Piştî ku Amerîka firokeya Sûriyê roja 18 vê mehê li nêzîkî Reqayê xiste xwarê, alozî di navbera Rûsya û Amerîka de bilind bû.

Amerîka got ku, firokeya artêşa Sûriyê bombe li nêzîkî pêgehên HSDê barandin, loma firokeya Amerîkî ji cureya F/A 18 Super Hornet firokeya Sûrî xiste xwarê.

Wek karvedanekê derbarê xistina firokeya Sûrî de jî, Rûsyayê got ewê plana xwe ya leşkerî li Sûriyê biguhêre û hişyarî da Amerîka ku her firokeyeke Hevpeymaniya Navdewletî li rojavayê çemê Ferêt bifire, eger heye ku bê armanckirin.

Herwiha Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê jî ragihand, ewê rêkeftina ligel Washingtonê ya derbarê selametiya firînê li asîmana Sûriyê de hilweşîne.

Washingtonê li ser gefên Rûsyayê hişyarî da: “Bo parastina xwe, emê her tiştî bikin.” lê di heman demê de Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer got, tevî aloziya ku heye, lê ewê hêla pêwendiyan ligel Rûsyayê vekirî bihêlin.