Trump ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ne bilez e

Serokê Amerîka Donald Trump careke din tekez dike ku Amerîka jib bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê bilez nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump careke din tekez dike ku Amerîka jib bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê bilez nake.

Li gor ajansa “Reuters” Donald Trump duhî li Washingtonê li ser pirsa vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ji rojnamevanan re got: “Min negot emê wî karî bilez bikin, lê em DAIŞê jinav dibin.”

Ev daxuyaniya Trump di heman dema daxuyaniya Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton de tê, ku duhî li Îsraîlê got, nexşerêya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê  nerm e û girîdayî bi têkbirina DAIŞê û parastina Kurdan ve ye.”

Serokê Amerîka Donald Trump di meha bûrî de di pêwendiyekê ligel Serokomarê Tirkiyê de gotibû ew hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişînin, lê piştî vê biryara Trump, gelek rayedarên Amerîkî vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê bi nehîştina DAIŞê, hebûna Îranê û parastina Kurdan li Sûriyê ve girê didin.

 

S. B