PDK-Tirkiye encamên kongreya yekemîn ragihandin

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye), li Diyarbekirê encamên kongreya yekemîn a partiya xwe bi daxuyaniyekê ragihandin. Rêveberiya PDK-Tirkiye di 28’ê Nîsana 2017’an de Kongreya Asayî li Enqereyê li dar xist, destûra xebatên siyasî ji Wezareta Tirkiyeyê wergirt û bi hilbijartina Serokatiya Giştî ya Mehmet Emîn Kardaş; li ser girtina destûrê, pêngava xebatên siyasî da destpêkirin.

K24 Diyarbekir

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye), li Diyarbekirê encamên kongreya yekemîn a partiya xwe bi daxuyaniyekê ragihandin. Rêveberiya PDK-Tirkiye di 28’ê Nîsana 2017an de Kongreya Asayî li Enqereyê li dar xist, destûra xebatên siyasî ji Wezareta Tirkiyeyê wergirt û bi hilbijartina Serokatiya Giştî ya Mehmet Emîn Kardaş; li ser girtina destûrê, pêngava xebatên siyasî da destpêkirin.

Li Diyarbekirê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê PDK-Tirkiye; encamên kongreya yekemîn a asayî ji bo raya giştî ragihandin. Di encama kongreyê de nav û peywirên rêveberiya partiyê û endamên meclisa partiyê hatin danasîn. Di rêveberiya nû de jî Mehmet Emîn Kardaş bi piraniya dengan wekî Serokê Giştî yê Partiyê hat hilbijartin.

Meclisa partiyê ji 28 kesan hatiye avakirin û Rêveberiya Navendî ya PDK-Tirkiyeyê jî ji 10 kesan hat diyarkirin.

Rêveberiya Navendî ya PDK-Tirkiye û peywirên wan bi vî awayî hatin diyarkirin:

  • Mehmet Emîn Kardaş - Serokê Giştî.
  • Ata Şahîn - Cîgirê Serokê Giştî - Berpirsiyarê Karên Darayî.
  • Halîl Bozan - Cîgirê Serokê Giştî- Sekreterê Giştî.
  • Hasan Ertaş - Cîgirê Serokê Giştî-Berpirsiyarê Têkiliyên Derveyî
  • Îskan Aydin - Cîgirê Serokê giştî-Berpirsiyarê Rêxistinkirina Civakî.
  • Nadîr Yektaş - Cîgirê Serokê Giştî-Berpirsiyarê Civak û Saziyên Sivî
  • Şerefxan Cizîrî - Cîgirê Serokê Giştî-Berpirsiyarê Çapemenî, Çand û Perwerdehiyê.
  • Veysî Efe - Cîgirê Serokê Giştî - Berdevkê Partiyê.
  • Veysî Ekmen - Cîgirê Serokê Giştî-Berpirsiyarê Hejmaryarî û Aboriyê.
  • Yuksel Avşar - Cîgira Serokê Giştî - Berpirsiyara Jinan û Kêşeyên Civakî.