Amerîka li ser pirsa Xaşuqçî fişaran li Siûdiyê dike

CNN: Pompeo bi tundî daxwaz ji Bin Selman kiriye ku hemû hûrkariyên nebedîbûna Xaşuqçî eşkere, heger na, wê Serokê Amerîka neçar bibe hin rêkarên din li dijî Siûdiyê bistîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Amerîka fişareke mezin li cihnişînê Siûdiyê dike ji bo eşkerekirina bûyera nebedîbûna rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî.

Tora CNN ya nûçeyan belav kiriye, ku civîna di navbera wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo û cihnişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman de, nêzîkî çil xulekan berdewam bû û têde Pompeo bi tundî daxwaz ji Bin Selman kiriye ku hemû hûrkariyên nebedîbûna Xaşuqçî eşkere, heger na, wê Serokê Amerîka neçar bibe hin rêkarên din li dijî Siûdiyê bistîne.

Herwiha Pompeo ji Bin Selman re gotiye: Hemû cîhan daxwaza karvedanan ji Amerîka dike û ji bo derçûn ji bin van fişaran, pêwîst e rastî bê eşkerekirin, heger na, Amerîka nikare parastina hukmê Bin Selman bike.

N.O