Hevpeymaniya Hadî Amirî: Em sizayên Amerîka li ser Îranê bicî nakin

Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihand, ku Hikûmeta dahatî ya Iraqê, pêbendî sizayên Amerîka li ser Îranê nabe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihand, ku Hikûmeta dahatî ya Iraqê, pêbendî sizayên Amerîka li ser Îranê nabe.

Amir Feyad, serkirde di Hewpeymaniya Fetih de, ragihand ku niha Hikûmeta Heyder Ebadî pêbendî sizayên Amerîkî li ser Îranê bûye, lê gava Hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn, ew Hikûmeta nû pêbendî wan sizayan nabe.

Feyad got: Biryara Hikûmetê derbarê sizayên li dijî Îranê, ji bo navendên siyasî yên Iraqê, nişkave bû. Pêwîst e Iraq di warê bazirganî û abûrî de, pêwendiyên xwe li gel Îranê pêş bixe.

Hefteya derbasbûyî, serokwezîrê karbirêvebir yê Iraqê Heyder Ebadî, pêbendiya Hikûmeta xwe bi sizayên Amerîkî li dijî Îranê ragihand.

N.O