Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên pile bilind yên Îranê bicive

K24 - Navenda Nûçeyan

Kunsulxaneya Îranê ragihand: "Sibe yekşemê 21/1/2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê serdana Taranê bike".

Li gorî zanyariyên kunsulxaneya Îranê li Hewlêrê, biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên pile bilind yên Îranê bicive".

Kunsulxaneya Îranê li Hewlêrê, ti hûrkariyên din derbarê armanc û tewerên gotûbêjên ku di heyama wê serdanê de bêne kirin, eşkere nekir.