PAK û PSK ji bo hilbijartinên herêmî daxuyaniyek belav kir

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) daxuyaniyek ji çapemenî û raya giştî re belav kir û ragihand, li Diyarbekirê, di roja 11yê Mijdara 2018an, Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk” lidar xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) daxuyaniyek ji çapemenî û raya giştî re belav kir û ragihand, li Diyarbekirê, di roja 11yê Mijdara 2018an, Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk” lidar xist.

Daxuyaniya PAK û PSK wiha ye:

Di hilbijartinên herêmî de hewcedarîya gelê me; alternatîfeke neteweyî û demokratîk e Hilbijartinên herêmî, yên ku dê di 31ê Adara sala 2019an de pêk bên, yek ji rojeva sîyasetê ya sereke ye. Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hilbijartinên herêmî girîng dibinin. Wek destpêka amadekirîya vê pêvajoyê me herdû partiyan, li Amedê, di roja 11yê Mijdara 2018an, Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk” lidarxist. Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk”, bi beşdarîya nêzîkî 100 sîyasetvan û rewşenbîrên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin.

Di Komxebate de li ser navê PAK û PSKyê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, sîyaseta nemazedên serbixwe yên welatperwer û demokrat hate pêşkêş kirin.

Beşdarên rêzdar, di atmosfereke demokratîk de, di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin. Li gel hinek fikrên cuda jî, piranîya axaftvanan, di hilbijartinên herêmî de pêwîstîya alternatîfeke netewî û demokratîk anîn ziman û piştgirîya xwe ji bo pêşniyarîya PSK û PAKê eşkere kirin.

Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk”, bi hêjmar û mustewaya beşdaran û bi mustewaya nirxandinên ku hatine kirin, destpêkeke hêvîbar û berhemdar bû.

Em wek PSK û PAK, di rojên pêş de, ji bo ava kirina Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatper û Demokrat, dê li gel partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên welatperwer û demokrat muhaweleyeke berfireh dest pê bikin. Em ji ber beşdarî û pêşkêş kirina fikrên wan yên bi qîmet, spasîya hemû beşdarên Komxebata éDi Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîké dikin.

13.11.2018

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)