Careke din YNK li Kerkûkê biryareke tekalî dide

YNK tekalî bêyî ku li aliyên siyasî yên Kurdistanê vegere, li gel aliyên Ereb û Tirkuman gotûbêjan dike û biryar daye îro beşdariyê di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berpirsê Liqê 3ê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê Mihemed Xorşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku YNK tekalî bêyî ku li aliyên siyasî yên Kurdistanê vegere, li gel aliyên Ereb û Tirkuman gotûbêjan dike û biryar daye îro beşdariyê di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bike, daku parêzgarekî nû ji wî bajarî re destnîşan bikin.

Mihemed Xorşîd got: Heger deng ji bo destnîşankirina parêzgarekî nû bê dayin, wê Kurd li wî bajarî bibin kêmîne, lewra em daxwaz dikin, ku Kurd bi yek lîstê, ku Lîsta Biratî ye, vegerin Kerkûkê, wê demê postê parêzgarê Kerkûkê wê bikeve destê me de, heger na, dibe ku YNK nikaribe wî postî werbigire, wê ev yek jî ziyaneke din li Kurdan bike.

Navhatî tekez kir, ku bêyî amadebûna PDK, wê Kurd li nav Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kêmîne bin û Ereb û Tirkuman piranî bin û heger dengdan li ser her pirojeyekî bê kirin, wê Ereb û Tirkuman karibin di berjewendiya xwe de yekalî bikin.

N.O