HSD: Me helîkoptereke Tirkiyê li Efrînê xiste xwarê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand şervanan helîkoptereke artêşa Tirkiyê li gundê Qude yê navçeya Raco xiste xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand şervanan helîkoptereke artêşa Tirkiyê li gundê Qude yê navçeya Raco xiste xwarê.

Navenda Ragihandina HSDê amara şerê 24 demjimêrên bûrî yê li Efrînê belav kir û da zanîn, îro demkimêr 12:00 şervanan helîkoptereke artêşa Tirkiyê li gundê Qude yê navçeya Raco xiste xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim piştrast kiribû, di Operasyona li dijî Efrînê de 2 helikopter bi hevûdu re bûn e, yek ji wan ketiye, heta niha agahdarî nîn in ku hatibe xistin û 2 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

Herwiha di daxuyaniya HSDê de hat, êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, îro di roja 22emîn de li ser gund û navçeyên Efrînê berdewam e û firokeyên Tirkiyê nanxaneya navçeya Raco bombebaran kir û ew jinav bir.

Her li gundê Qude jî HSDê da zanîn ku şeva bûrî wesaiteke kolandina erdê ya artêşa Tirkiyê hate armanckirin û ew bi temamî hate rûxand.