Rûsya: Amerîka naxwaze hêzên xwe ji Sûryê bikişîne

Lavrov: Amerîka berûvajî daxuyaniyên xwe, di demeke nêzîk de ji Sûryê dernakeve û cihê xwe li rojhilatê çemê Firatê çêkiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku hejmarek ji welatan jinavbirina Sûryê ji xwe re kirine rêbaz û Amerîka yek ji wan welatan e.

Bi gotina Lavrov, Amerîka berûvajî daxuyaniyên xwe, di demeke nêzîk de ji Sûryê dernakeve û cihê xwe li rojhilatê çemê Firatê çêkiriye û Fransa jî piştevaniya mana wê dike.

Herwiha Lavrov diyar kir, ku bihêzkirina abûriya Sûryê pêwîstî bi demê heye û got: Em ji helwestên hin welatan dudil in ku dibêjin ew di dubare avakirina deverên di destê Hikûmeta Sûryê de beşdar nabin.

Berî niha berpirsên Amerîkî ragihandin, ku welatê wan beşdariyê di nûavakirina wan deveran nakin ku di bin destê rêjîma Sûryê de ne.

N.O