Li El-Bûkemal 38 çekdarên Hizbulaha Lubnanî hatin kuştin

Hikûmeta Sûryê, Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka bi encamdana êrîşa El-Bûkemal tometbar dike, lê Amerîka wê yekê red dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di êrîşeke ezmanî de, li ser bingeheke serbazî li bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve, 38 çekdarên Hizbulaha Lubnanî hatin kuştin.

Çavdêrgehê diyar kir, ku heya niha nehatiye nasîn kîjan welat bi wê êrîşê rabûye.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa fermî ya Sûryê (Sana) ji ser zimanê hin jêderên serbazî yên Hikûmetê veguhestiye, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka, êrîşî xalên Artêşa Sûryê li bajarokê El-Hire li başûrê rojhilatê bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve kiriye û di encamê de, bi dehan kes hatine kuşin û birîndar bûne.

Di bermaber de, wezareta berevaniya Amerîka ew yek red kir û ragihand, ku firokeyên wan êrîşî ti bargehên Artêşa Sûryê li El-Bûkemal nekiriye û ew zanyariyên Hikûmeta Sûryê belav kiriye, dûrî rastiyê ne.

N.O