Birîtanya: Heya Esed hebe, em beşdarî jinû avakirina Sûriyê nabin

Wezîrê derve yê Birîtanya dibêje, bi hebûna Beşar Esed ew piştevaniya jinû avakirina Sûriyê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Birîtanya dibêje, bi hebûna Beşar Esed ew piştevaniya jinû avakirina Sûriyê nakin.

Wezîrê derve yê Birîtanya Boris Johnson ragihand: “Birîtanya û Amerîka û hin welatên din, heya ku piroseya siyasî li Sûriyê bicî nebe, ew piştevaniya ti piroseyekê ji bo jinû avakirina wî welatî nakin.”

Johnson diyar kir ku pêwîst e li gorî biryara 2254 ya encûmena ewlekariyê kar bê kirin, û Esed ji desthelatê bê dûrxistin.

Navhatî got jî: “Divê Rûsya û Îran baş zanibin, ku hebûna Esed di desthelatê de, xizmeta piroseya jinû avakirina Sûriyê nake.