Tirkiye: Roleke giring ji çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de dilîze
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand: "Aramî û yekîtiya Iraqê ji me re giring e û ji bo çarekirina kêşeyên Iraqê (Kêşeyên di nav Hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de) herdu aliyan xwestiye me navberiyê bikin".
Biryar e wezîrê derve yê Tirkiyê roja 21ê vê mehê serdana Bexdayê bike û li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.
Ajansa Anadol ya Tirkî li ser zimanê Mewlûd Çawîşoglo belav kiriye, ku ewê 21ê vê mehê serdana Bexdayê bike û ew dixwazin Tirkiye roleke giring di çarekirina kêşeyên wî welatî de bilîze. Bi gotina Çawîşoglû: "Ti mebesta nihênî ya Tirkiyê ji wê serdanê tine ye û çavên me ne li axa kesî ye, tenê em berevaniyê li dadmendiyê dikin".