Li Efrînê teqînekê rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.
Ligor medya nêzîkî HSDê , teqînek li taxa Mehmûdiyê a Efrînê çêbûye û di encam de hejmarek kes bûn e qurbanî.
Ligor jêderên navborî, teqîn bi rêya otombêlek bombekirî bû ye, û ziyanên canî û maddî hebûye, bê ku hejmara qurbaniyan eşkere bike.
Ji Adar a sala borî ve, çendîn teqîn li bajarê Efrînê çêbûn e, ku di encam de bi dehan welatiyên Efrînê bûn e qurbanî. Herweha milişyatên ser bi Tirkiye ve, tade û zordarî bi ser xelkê Efrînê ve sepandin e. Dizî û talan jî xistine jiyana xelkê Efrînê.
C.B