Çavuşoglu: Girîngiya biryara Hollanda ku komkujiya Ermeniyan wek jenosaydê nas dike nîn e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu da xuyakirin, tu Girîngiya biryara Parlamentoya Hollanda ku komkujiya Ermeniyan wek jenosaydê nas dike nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu da xuyakirin, tu Girîngiya biryara Parlamentoya Hollanda ku komkujiya Ermeniyan wek jenosaydê nas dike nîn e. Wergirtina biryarê bi bilindbûna dijatiya îslam û Tirkiyê ve girêdayî ye. Da zanîn, eger Hollanda dixwaze pêwendiyên xwe bi me re baş bike, pêwîst nîne serî li rêyên weha bide.

Wezîrê derve yê Tirkiyê  Mevlud Çavuşoglu diyarkir:

"… Tu Girîngiya biryara ku Parlamentoya Hollandayê girtiye, nîn e. Peyva jenosaydê peyveke hiqûqî ye, ne siyasî ye. Kiryarek jenosayd e, ne jenosayd e, ji hêla Netewên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin.

Gelo çima Hollandayê biryareke weha girt. Mixabin, li Ewropayê nijadperestî, dijayetiya îslamê, dijayetiya Tirkiyê zêde bûye û bandor li vê kiriye. Hollanda jî her tim bûye navenda tevgerên tundrewên weha. Siyasetmedar bi agahiyên kêm yên derbarê dîrokê de divê biryar wernegrin. "

 

C.B