Dadgeha Demîrtaş îro li Enqerê birêve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş li Enqerê îro Çarşemê dîsa dest pê kir.
Dadgehkirina Demîrtaş li Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê birêve diçe û bi tometên bangeşeya rêxistina terorê 142 sal sizaya zîndankirinê jê re tê xwastin.
Di rûniştina dawî ya dadgehê de Demirtaş li ser vê dosyayê parastina xwe pêşkêş kir û got: "Ez qet nebûme rêveberê PKKê, qet min ferman ji kesî wernegirtiye û kesî jî ferman nedaye min."
Parêzerê Demîrtaş ji K24ê re ragihand, ji ber têkçûna rewşa tenduristî ya Demîrtaş, nekirîbû li dadgehê amade bibe, lê hevserokên HDPê Sezai Temelli û Perwîn Bulden û parlemanterê CHPê Sezgîn Tanrikulu amade bûn.
Selahîd Demîrtaş, beriya 20 mehan bi tometa endamtî û birêveberiya rêxistina terorê hatibû girtin û derbarê wî 33 doz hatibûn vekirin.
S. B