Kurdistan Saziyên mafên mirovan daxwaza edaletê ji bo windayiyan dikin

Saziyên mafên mirovan daxwaza edaletê ji bo windayiyan dikin

K24 – Diyarbekir

BARO’ya Diyarbekirê  bi Komele û waqfên mafên mirovan yên li Diyarbekirê re, di daxuyeniyekî hevbeş de ragihandin ku dê “Têkoşîna bi darê zorê windakirina mirovan.” Bidome û daxwaz kirin ku divê dewleta Turk, arşîvên ku bersûcan diyar dikin vebike, dadwer jî helwestên xwe yên bêcezahiştinê biguhêrin û li gor nirx û pîvanên gerdûnî yên cîhanê sûcdaran darezînin.

Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Waqfa Mafên Mirovan (THİV) û BARO’ya Diyarbekirê  bi mebesta “Roja Kesên Ku Bi Darê Zorê Hatin Winda Kirin” civîneke çapameniyê  ya hevpar lidarxistin û balê kişandin ku tenê ji salên 1990’î heta niha ji 20 hezarî zêdetir welatiyên Kur d li Bakûrê Kurdistanê û Turkiyeyê hatine winda kirin û dîsa hat ragihandin ku 20 sal e ji bo ronîkirin û dîtina bersûcên wan jî têkoşîn tê meşandin; lê tu bersîveke erênî nehatiye dayîn û parastina bersûcan ji aliye pergala dewleta Turk ve jî berdewam dike.

Serokê Lijneya Mafên Mirovan Yê BARO’ya Diyarbekirê Serhat Eren daxuyaniya hevpar xwend û daxwaz kir ku dewleta Turk vegere ser pîvan û nirxên hiqûqê û mafên mirovî. Eren anî ziman ku sûcên mirovahiyê li Turkiyeyê pêktên, lê bersûcên wan bê ceza dimînin, loma jî divê arşîvên dewleta Turk bên vekirin û dadwer û dadgeh jî peywira xwe ya dadweriyê bicîh bînin.