Kurdistan Demîrtaş û Yuksekdag beşdarî 52 rûniştinên dadgehan bûne

Demîrtaş û Yuksekdag beşdarî 52 rûniştinên dadgehan bûne
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên HDP Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, heta niha ji girtîxaneyê beşdarî 52 rûniştinên dadgehan bûne.

Li Tirkiyê bangêşiya referandûmê 16'ê Nîsanê berdewam dike û serokên partiyên siyasî bajar bi bajar mîtîng û civînan dar dixin. Hevserokên HDP jî heta niha ji girtîxaneyê li 23 bajaran beşdarî 52 rûniştinên dadgehan bûne.

Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş, ev 145 roj in di Girtîxaneya Edîrneyê de ye û heta niha bi rêya vîdeokonferansê li 14 bajaran, beşdarî 32 rûniştinên dadgehan bûye. Heta roja referandumê dê beşdarî 11 rûniştinên din bibe.

Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag jî, ji Girtîxaneya Kandira ya Kocaelî heta niha bi rêya vîdeokonferansê li 9 bajaran, beşdarî 20 rûniştinên dadgehan bûye û heta roja referandumê dê beşdarî 7 rûniştinên din bibe.

13 parlamenterên HDP ku girtî ne bi giştî 105 car derketin pêşberî dadgehê û heta referandumê dê beşdarî 34 rûniştinên din bibin.