Qedexeyên li ser avahiyên dîrokî yên Sûrê tên rakirin

Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ozturk, li Diyarbekirê bi bernameyekê, çûnehata ji bo avahiyên dîrokî yên ku di şerê Sûrê de hatibûn rûxandin, ji bo serdêran vekir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ozturk, li Diyarbekirê bi bernameyekê, çûnehata ji bo avahiyên dîrokî yên ku di şerê Sûrê de hatibûn rûxandin, ji bo serdêran vekir. Bername bi tevlîbûna Parêzgerê Diyarbekirê, Parlementerên Ak Partiyê û nûnerên sazî û dezgehên geşepêdana bajêr pêk hat. Li gorî ragihandina rayedaran; restoreya 19 avahiyên dîrokî yên ku di şerî de zerar dîtibûn, dê were dewamkirin. Esnafên Sûrê jî ji rewşê razî ne û hêvî dikin ku piştî van gavan; çûnehata li Sûrê zêde bibe da ku jî debara xwe ya qelsbûyî, xurtir bikin.

Piştî Şerê Xendekan ê li Sûra Diyarbekirê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de çêbû, 19 avahiyên dîrokî ji ber şer û pevçûnan hatibûn rûxandin. Piştî bidawîhatina şer, rayedarên dewletê xebatên restoreya van avahiyan dabûn destpêkirin û piştî maweya dirêj a qedexeya çûnehatê; Minareya Çarling û 2 mizgeftên dîrokî yên li Sûrê, ji bo serdêran hatin vekirin. Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy da zanîn ku avahiyên dîrokî nirxê girîng ên bajêr in û dê xebatên wan ji bo 19 avahiyên ku zerarê dîtibûn, bidomin.

Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy di konferanseke rojnamevanî de got: "Di dema bûyerên Sûrê de 19 avahiyên dîrokî zerarên mezin dîtibûn. Me jî biryar da ku em van avahiyên aîdê weqifa xwe ya çandê biparêzin û restore bikin. Piştî restoreya Mizgefta Parli Sefa, Mizgefta Şêx Matar û Minareya Çarling; vekirina van avahiyan ji bo çûnehat û îbadetê bû nesîbê me. Me ev aramî bi saya alîkariya xelkê Diyarbekirê bi cih kir, ji ber vê yekê jî em yek bi yek spasiya xelkê Diyarbekirê dikin. "

Minareya Çarling ji bo çûnehata serdêran; Mizgefta Parli Sefa û Mizgefta Şêx Matar jî ji bo îbadetê hatin vekirin ku ev bermayî ji bo xelkê Sûrê wekî çavkaniya geştiyaran tên dîtin. Geştegeriya Diyarbekirê ku piştî şerê li Sûrê daketibû asteke kêm, pêl bi pêl be jî rakirina qedexeyên li ser kuçeyên Sûrê, ji aliyê esnafan jî erênî tê nirxandin. Esnafek ji Sûrê Mehmet Tekîn jî ji ber sedema rêjeya bêkariyê, ji kêmbûna dan û stendina esnafên Sûrê bi gazinc e. Li gorî Tekîn dibêje; bi çûnehata welatiyan, debar rojane dibe û heta hejmara geştiyaran zêde nebe, dê ne pêkan be ku Sûr wekî berê şên bibe.

Esnafê Sûrê Mehmet Tekîn dibêje: "Kar hinek ketiye ango ne wekî berê ye. Niha hemû esnaf bi gazinc in û dibêjin kar tuneye. Berê kar baştir bû, lê niha bi temamî rawestiyaye. Xwezî rewş wisa nebûbiya lê wisa bû. Em hêvî dikin ku ji îro û pê ve baştir bibe."

Di nav bajarê Diyarbekirê de navçeya ku herî zêde avahiyên dîrokî lê cih digire, navçeya Sûrê ye. Ji ber vê yekê jî Sûr ji aliyê niştecihên bajêr ve ji bo qada geştê wekî navendeke girîng tê dîtin. Ne bi awayekî giştî be jî li nav Sûrê rakirina qedexeyan a yek bi yek, hem ji aliyê welatiyan ve dibe sedema kêfxweşiyê, hem jî ji bo esnafan dibe hêviya ku car din pergala xwe ya berê bidin rûniştandin.