Behsa veguhestina Kosret Resûl ji bo derveyî welat tê kirin

"Îro her yek ji endamê polîtbîroya YNK Seidî Pîre li gel hevjîna Kosret Resûl, bi riya deryê Ibrahîm Xelîl çûn Tirkiyê"

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî çend jêderan îro cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl, ji bo dermankirinê wê ji bo derveyî welat bê veguhestin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Zaxo li ser zimanê berpirsekî asayişa deryê Ibrahîm Xelîl eşkere kir: "Îro her yek ji endamê polîtbîroya YNK Seidî Pîre  li gel hevjîna Kosret Resûl, bi riya deryê Ibrahîm Xelîl çûn Tirkiyê, ew jî bi mebesta veguhestina Kosret Resûl bi riya firîngeha Şirnexê, ku tê gotin wê ji bo dermankirinê ji bo Almanya bê veguhestin."

Ev yek di demekê de ye, ku sikirtêrê rojnamevanî yê Kosret Resûl Mesûdî Mela Hemze, ew nûçe piştrast nekiriye û ji Kurdistan24ê re got: "Eger zanyarî derbarê kak Kosret hebe, emê bi fermî belav bikin û zanyariyên ku pêwendiya wan bi rewşa tendirustî ya kak Kosret hebe, wê bi riya tîma tendirustî bê ragihandin."

Roja 11 vê mehê rewşa tendirustî ya Kosret Resûl, li bajarê Silêmaniyê têk çû, piştî neştergeriyek li wî bajarî jêre hat kirin.