Encûmena Bilind a Referandûmê pêşniyaza welatan gotûbêj dike

Peyamnêrê K24ê ragihand, biryar e îro Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji bo bersivê bide pêşniyaza welatan a derbarê paşxistina referandûmê, bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, biryar e îro Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji bo bersivê bide pêşniyaza welatan a derbarê paşxistina referandûmê, bicive.

Got jî, di civînê de tevahiya wan pêşniyazên ku civaka navdewletî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribûn, tên guftûgokirin.

Di çend rojên borî de, nûnerên Netewê Yekgirtî, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê yên li Iraqê pêşniyazek ji bo paşxistina referandûmê arasteyî serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kiribû.

Biryar e roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn bi rê ve biçe.