Votel bi fermandarên HSDê re civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê de Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê general Joseph Votel bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya.
Hat ragihandin, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Joseph Votel û fermandarê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi fermandarên HSDê re ji bo birêvebirina operesyona li dijî DAIŞê li Dêrezorê civiyan.
Oepresyona Rojhilatê Ferêt ya li parêzgeha Dêra Zorê ji nû ve di 1 Gulanê de dest pê kiribû û ev yekemîn care piştî operesyona Tirkiyê li dijî Efrînê Fermandarên Amerîkî bi Fermandarên HSDê re dicivin.
S. B