Li Hewlêrê mamosteyekî olî xwe kuşt

Îro mamosteyekî olî li mizgefteke bajarê Hewlêrê xwe kuşt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro mamosteyekî olî li mizgefteke bajarê Hewlêrê xwe kuşt.

Peyvdarê Polîsa Hewlêrê Raîd Hogir Ezîz ji K24ê re ragihand, îro mamosteyekî olî bi navê Ebdulah Ehmed li mizgefta Şêx Mistefa ya Hewlêrê bi Klanşîkovê gule li xwe da û xwe kuşt.

Raîd Hogir Ezîz got jî, li gor zanyariyên destpêkê, ew mamoste berê pêşnimêj û gotarxwînê wê mizgeftê bû, lê hatibû xaneşînkirin û rojên xwe li wê mizgeftê derbas dikir.

Diyar kir jî, “Li gor kurê wî mamosteyê olî gotiye, ew mamoste tûşî nexweşiya derûnî bûbû.”

Peyvdarê Polîsa Hewlêrê ragihand jî, lêkolînê derbarê wê bûyerê de destpê kiriye û di demên bê de encamên lêkolînan radigihînin.

 

S. B