Kurdistan24 serxwebûna Kurdistanê dibe Kongressa Amerîkayê

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo yekem car Kurdistan24 pirsa serxwebûna Kurdistanê datîne ser masa Kongressa Amerîkî û biryar e rojnameya bi navûdeng “Washingtonê Times” paşkoyeke taybet (Hejmareke taybet) bi serxwebûna Kurdistanê derbixe. Rêveberê Giştî yê K24ê ji Washingtonê ve tekezî li ser girîngiya encamdana wê konferansê dike û radigihîne, “Di nava Kongressê de piştevaniyeke mezin bo serxwebûna Kurdistanê heye.”

Di çarçova hewlên medyaya Kurdistan24ê ya taybet bi pirsa serxwebûna Kurdistanê, biryar e roja Îna bê 28 Tîrmeha 2017an konferanseke taybet li nava Kongerssa Amerîkayê birêve bibe.

Konferans demjimêr 10 sibê û ta 16:00 êvarê berdewam dibe û çendîn berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê û endamên Kongressê tê de beşdar dibin.

Ew konferans di bin navnîşana “Kurdistan, Hevpeymana Stratejîk a Amerîka ye” tê lidarxistin.

Projeya birêvebirina wê konferansê bi hevbeşî di navbera Kurdistan24 û rojnameya bi navûdeng ê Amerîka “Washington Times” bi rê ve diçe.

Ev yekem car di dîroka medyaya Kurdî de ye, dezgeheke medyayî yê Kurdistan û Amerîkayê konferanseke ji vî awayî derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê li nava Kongressê bi rê ve dibin.

Hevdem, rojnameya Washington Times di vê hefteyê de paşkoyeke taybet bi Kurdistanê derdixe û ji hemû endamên Kongressê re bi rê dike.

Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Nûredîn Seîd Weysî ji Washingtonê ve derbarê bayixa birêvebirina wê konferansê de ragihand, demek e li Amerîka bi giştî û li nava Kongressê axaftin li ser serxwebûna Kurdistanê tê kirin û Kurdistan24 wek take medyaya Kurdî li wir kampînek bo serxwebûna Kurdistanê ragihandiye û ligel Washington Timesê di vê hefteyê de konferanseke taybet li nava Kongressê bi rê ve dibe. Girîngiya vê konferansê di wê de ye ku yekem car e bo pirsa serxwebûnê dezgeheke Kurdî û dezgeheke Amerîkî li nava Kongressê konferansekê lidar dixin.

 

Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê got jî: “Di konferansê de hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê, Kongressman, medyakar û çalakvanên sivîl beşdar dibin. ”

Herwiha got: “Rast e li vir dibe ku hin dîplomasiyên Amerîkî bibêjin ku niha ne dema referandûmê ye, lê heta niha di nava Kongress û di nava berpirsên Amerîkî de ti berpirsek nîne li dijî serxwebûna Kurdistanê be.”

Amaje bi wê jî kir, duh konferanseke din derbarê serxebûnê de li Amerîka hebû û hejmarek ji berpirs û endamên Kongressê û medyakar tê de beşdar bûn û ti kesî nikarî li dijî referandûmê be, pêşniyazên wan jî bo ji kûmeta welatên wan ew bûn ku ne li dijî serxwebûna Kurdistanê bin.

aşkere kir jî, di konferansê de bi zelalî girîngî bi serxwebûna Kurdistanê tê dan, ku di berjewendiya Amerîka de ye û pêwîst e Amerîka bihêz piştevaniyê bide serxwebûna Kurdistanê. Ew paşkoya ku belav dibe jî gelek girîng dibe û ew rojnameya ku nêzîkî Komariyan e, ku ew di Kongressê de piranî ne, ew jî amajeyek e bo piştevaniya navxweyî ya Kongressê ji serxwebûna Kurdistanê re.

Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Nûredîn Seîd Weysî amaje bi wî kir, pêwîst e ew pirs ligel welatan were guftûgokirin û di wê derbarê de got: “Divê em hewl bidin ligel welatên bihêz biaxivin û dilniyayê bidin wan ku dewleta Kurdistanê dibe sedema aramî û aştiyê ya herêmê û hevdem divê em girîngiyê bidin raya navxwe ya xelkê Kurdistanê û ez di dilniya me ku piraniya wan ligel serxwebûnê ne.”

Biryar e di 25 Îlona 2017an de xelkê Kurdistanê di referandûmê de çarenivîsa xwe diyar bike û daxwaza serxwebûnê bike.