Hikûmeta Herêmê: Fermanberên bêtirî mûçeyekî distînin, wê yek mûçe ji wan re bimîne

"Emê mûçexurên hêjayî ji yên ne hêjayî cuda bikin û her kesek xwediyê du mûçe yan sê mûçeyan be, emê tenê mûçeyekî jêre bihêlin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ji bo berdewamiya dayina mûçeyên welatiyan, dest bi çaksaziyê di lîsta navên mûçexuran de bike.

Sikirtêrê encûmena wezîran ya Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Emê mûçexurên hêjayî ji yên ne hêjayî cuda bikin û her kesek xwediyê du mûçe yan sê mûçeyan be, emê tenê mûçeyekî jêre bihêlin."