“Heşda Şeibî li ser binemaya Pasîca Îranê hatiye damezrandin”
K24 – Navenda Nûçeya
Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Elî Caferî radigihîne, Heşda Şeibî û Hizbulaha Libnanî û ya Iraqî li ser binemaya Pasîca Îranê hatine damezrandin û şerê wan sînoran nas nakin.
Mihemed Elî Caferî îro di hevdîtinekê ligel Pasîcên Taranê de ragihand, şerê supaya Pasdaran û Pasîcan şerê baweriyê ye, ji ber wê sînoran nas nakin.
Caferî aşkere kir, Heşda Şeibî li Iraqê û Hizbulaha Libnanê li ser binemaya bîroekeya Pasîc hatiye damezrandin û veguhastina wê ezmûnê jî bi serkeftî binav kir.
Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê ragihand jî, grûpên biçûk ên partisan li welatên navçê hatine dirustkirin û di pêşerojê de bandora wan dibe.