Encûmena bilind a referandumê: Referandum nayê paşxistin
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna encûmena bilind a referandumê bi serpereşiya serokêa Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bidawî hat û daxuyaniyek ji 4 xalan belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye: “Hîna bedîlê referandumê negihiştiye, lewra referandum nayê paşxistin û di dema xwe de wê bê encamdan.”
Têksta daxuyaniyê:
Daxuyaniya encûmena bilind a referandumê
Roja Pêncşemê 21 Êlûna 2017an, li Selaheddîn, encûmena bilind a referandumê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî civiya.
Di civînê de dawîn pêşhatên siyasî û nûtirîn helwestên civaka navdewletî û Iraqê hatin nirxandin.
Civîn gihişte van biryaran:
Yekem: Ji ber ku heya niha ew bedîlê ku cihê referandumê bigire negihiştiye û dema guncyî jî nema ye, heger gerentiyeke xurt ji bo serxwebûna Kurdistanê neyê dayin, wê referandum di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.
Diwem: Biryar hat stendin ku bi hemû awayekî deryê diyalogê li gel Bexda vekirî bimîne û dema pêwîst jib o diyalogê bê dayin.
Sêyem: Civînê biryar da ji bo zelalkirina dawîn helwest, şanda danûstandinan ya encûmenî bilind a referandumê, roja Şemiyê 23 Êlûna 2017an serdana Bexdayê bike.
Çarem: Encûmena bilinda referandumê biryar da, ku sikirtariya encûmena bilind, herdu pirojeyên (mafê pêkhateyan) û (ragihandina pirensîpên giştî yên dewleta serbixwe ya Kurdistanê, berî roja 25ê Êlûna 2017an belav bike.