Îran navbênkariyê di navbera Sûriye û Tirkiyê de dike

Zerîf beriya serdana Enqereyê çûbû Şamê û li gel Esed û berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re civiyabû.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdan û hevdîtinên Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bo Tirkiyeyê ji aliyê derdorên polîtîk ve ji nêz ve hate şopandin. Zerîf beriya serdana Enqereyê çûbû Şamê û li gel Esed û berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re civiyabû. Wezîrê Îranê di civîna rojnamegeriyê ya li gel Çavusoglu de ragihand ku ew 2 peyam ji Şamê bo Enqereyê anîne. Pispor dibêjin, peyam ev in; li Rojavayê Kurdistanê rêlibergirtina hêzên Kurdî û hevkariya Enqere û Şamê ye. Ya din jî li gorî rêkeftina Îdlibê paqijkirina rêxistinên tundrew e.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Tirkiyeyê kir û li gel hevpostê xwe yê Tirkiyeyê Mevlut Çavusoglu civiya û her du wezîr dû re civîna rojnamgeriyê lidar xistin. Zerîfê ku rojeke berê serdana Şamê kiribû û li gel Esed civiyabû da zanîn, wî ji Sûriyeyê du peyam bo Tirkiyeyê anîne. Çavusoglu jî li ser gemaroyên Emerîkayê rawestiya û got em vê yekê şaş dibînin. Pisporên ku balê dikşînin ser girîngiya vê serdanê, destnîşan dikin rojeva sereke geşedanên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê ye.

Prof.Dr.Bîlal Sambur dide zanîn ku di salên dawî de derbarê Sûriye û Rojava de pozîsyona Enqere û Tehranê nêzî hev in û her du alî ji bo berjewendiyên xwe yên hevpar hewl didin ku hevkariya wan a li Sûriyeyê bidome.

Akademîsyen Prof.Dr.Bilal Sambur ji K24ê re got: "Amerîka dibêje em ê li Rojava herêmeke ewle ava bikin. Tirkiye jî dibêje ez naxwazim tu tiştekî wiha ava bikî, ez ê bi serê xwe ava bikim. Yanê Tirkiye bi vî awayî dixwaze bikeve nava Rojava. Di vê mijarê de ji Îranê jî daxwaza alîkariyê dike."

Li aliyê din wezîrê Îranî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî civiya û 2 peyamên ku ji Tehranê anîbû pêşkêşî Enqereyê kir. Pispor dibêjin, ev peyam ji bo nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyeyê ye ku Îran navbeynkariya vê karê dike.

Pisporê ANKA'yê Murat Ozbulbul dibêje: "Di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dîplomasiya pişt perde tê meşandin. Îran jî wek navbeynkar e. Peyamên Esed bo Erdogan bi eşkereyî nehatibe gotin jî, ev in, yek; li bakurê Sûriyeyê ji bo rêlibergirtina hêzên YPG û Emerîkayê hevkariya Enqere û Şamê, ya duyem jî; li ser rêkeftina Îdlibê paqijiya rêxistinên terorî ye. Li beramberî vê hêj helwesta Enqereyê nezelal e. Lewre Tirkiye ketiye tengasiyê."

Li aliyê din wezîrê Îranî li ser helwesta Tirkiyê ya derbarê Minbicê û rojhilatê Firatê de pêşniyareke balkêş kir û got, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê, divê Artêşa Sûriye li ser tevahiya sînoran bicih bibe. Herwiha biryar e ku 12emîn hevdîtinên Astanayê bi beşdariya Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25 û 26ê Nîsanê de bê lidarxistin.