Lîsta El-Sedir: Berbijarê me ji bo postê serokwezîriyê heye

Muqteda Sedir: Parêzgarê Mîsan Elî Diwayî, yek ji berbijarên Hevpeymaniya Sairûn e ji bo wergirtina postê serokwezîriyê

K24 - Navenda Nûçeyan

Qehtan Cibûrî peyvdarê Hevpeymaniya Sairûn, ya ku rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir serkatiya wê dike, tekez kir ku berbijarê wan heye ji bo serokatiya wezîrên Iraqê di gera dahatî de bike.

Cibûrî diyar kir, ku dengdana gelê Iraqê ji hevpeymaniya wan re, berpirsatiyeke mezin li ser milê wan daniye.

Berî encamdana piroseya dengdanê, Muqteda Sedir ragihand, ku parêzgarê Mîsan Elî Diwayî, yek ji berbijarên Hevpeymaniya Sairûn e ji bo wergirtina postê serokwezîriya Iraqê di gera dahatî de.

Li gorî amarên destpêkî, lîsta Sairûn ya Muqteda Sedir li ser astê Iraqê Yekem e û lîsta Nesir a Ebadî di pila diwem de ye.

N.O