Hêzên Pêşmerge dest li ser çendîn çek û teqemeniyên Heşda Şeibî danîn

Şevê din li rêbenda Daqûqê, hêzên polîs û asayişê, dest li ser barekî ji çek û teqemeniyên Heşda Şeibî danîn ku Heşdê dixwest wan derbasî Kerkûkê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şevê din li rêbenda Daqûqê, hêzên polîs û asayişê, dest li ser barekî ji çek û teqemeniyên Heşda Şeibî danîn ku Heşdê dixwest wan derbasî Kerkûkê bike.

Nûçegihanê K24 li Kerkûkê ragihand: "Şevê din Heşda Şeibî dixwest çek û teqemeniyan bîne Kerkûkê, lê li rêbenda Daqûqê hêzên polîs û asayişê dest li ser wan çekan danîn û piştre radestî hêzên komando yên Şêx Ceifer Mistefa, fermandeyê hêzên 70 yên Pêşmerge kirin."

Herweha nûçegihanê K24ê got: "Ji bilî wan çekan, hêzên Pêşmerge 8 çekdarên Heşda Şeibî desteser kirin, ku bi niyet bûn wan çekan derbasî nav Kerkûkê bikin."