John McCain: Divê Amerîka kar li ser çûna Beşar Esed bike

McCain: Divê pêşerojeke aram ji welatiyên Sûrî re hebe û nabe Esed ji bo çar salên din di desthilatê de bimîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sînatorî Komarîxwaz û serokê komîta hêzên çekdar di Encûmena Pîran yan Amerîkî de John McCain, ji radyoyeke Amerîkî re ragihand, ku divê siyaseta Amerîka li Sûryê zelal be û divê Washington kar li ser çûna Beşar Esed bike, ji ber ku mana Esed di desthilatê de, wê bihêle ku tundî berdewam be.

McCain got jî: "Divê pêşerojeke aram ji welatiyên Sûrî re hebe û nabe Esed ji bo çar salên din di desthilatê de bimîne."

Ev daxuyaniyên McCain piştî belavbûna hin raporan hat, ku di wan raporan de hatiye gotin, ku serokê Amerîka Donald Trump razî bûye Beşar Esed heya çar salên din di desthilatê de bimîne.