Welatiyên Îranê rastî kirîzeke abûrî hatine

Sikirtêrê Encûmena diyarkirina berjewendiyên bilind ên Îranê Mihsin Rezayî ragihand, ku eger siyasetên Rêberî Bilind ê Îranê hatibana bicîkirin, welat rastî ev kirîza mezin a abûrî nedihat.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sikirtêrê Encûmena diyarkirina berjewendiyên bilind ên Îranê Mihsin Rezayî ragihand, ku eger siyasetên Rêberî Bilind ê Îranê hatibana bicîkirin, welat rastî ev kirîza mezin a abûrî nedihat.

Mihsin Rezayî mikur hat ku kirîzeke abûrî mezin li Îranê heye û got: Elî Xamineyî rêberê Îranê pilaneke siyasî 20 salî ji welat re danîbû, heger ew pilan wek xwe bi awayekî piraktîkî hatiba bicîkirin, niha welatiyên Îranê rastî van kêşeyan tevan nedihatin.

Mihsin Rezayî bi awayekî nerasterê êrîşî Hikûmeta welatê xwe kir û got: Bi riya hawirdekirina çendîn ton zêr di şevekê de û derbaskirina diravên bankan ji bo nav bazaran, hin kes xwe ji lêpirsînê vedidizin û reşnivîsa bergiriya abûrî bicî nakin û bizavan dikin ku ti kes çavdêriya wan neke.

Daxuyaniyên wî berpirsê mezin ê Îranê di demekê de ne, ku îro 16 roj xwepêşandanên karkir û tex çînên cuda yên Îranê berdewam in û ew welat derbasî kirîzeke abûrî mezin bûye.

N.O