Şirnex.. Pêşmergeyên şoreşger bi Kurdistana azad serbilind in

Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî xwedî rolekî girîng in. Di berxwedana 1961-an, Şoreşa Gulan û Îlonê de bi sedan niştecihên herêma Şirnexê wek pêşmergeyan ji bo azadiyê têkoşîn dane. Pêşmergeyên wan rojan bo Kurdistan24 axivîn û amaje bi wê yeke kirin ku bi referanduma ragihandina serxwebûna Kurdistanê keyfxweş û serbilind in.
kurdistan24.net

 

K24 – Şirnex

Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî xwedî rolekî girîng in. Di berxwedana 1961-an, Şoreşa Gulan û Îlonê de bi sedan niştecihên herêma Şirnexê wek pêşmergeyan ji bo azadiyê têkoşîn dane. Pêşmergeyên wan rojan bo Kurdistan24 axivîn û amaje bi wê yeke kirin ku bi referanduma ragihandina serxwebûna Kurdistanê keyfxweş û serbilind in.

Ev der gundê Bêjih yê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ve ye. Ev gund jî wekî Gundikê Melê, Roboskî, Zevya, Hudanê, Hedrîş û Mêrgeh di heman demê de sembola parvekirin, xwedîderketin, têkoşîn û qehremaniyê ye. Dirbas Goyî jî yek ji wan qehremanên Şoreşa 74'an e. Wan salan Kurd ji aliyê Ba'sê ve bi birçîkirin û dorpêşkirinê rû bir û hatin hiştin. Dirbas Goyî di dema Qiyada Miwaqid ango Rêxistina Demkî de fermandarekî pêşmergeyan bû.

Pêşmergeyê Berê Dirbas Goyî ji K24ê re wiha axivî: "Elhemdulîlah mîlet berxwedaneke gelek serkeftî kir. Heta derdorê çiyê hat valakirin. Em bi mefrezeyên xwe ve ketin nav Iraqê. Em heta nav Dostigî û Berwariyan çûyîn. Me din av Guliyan de tanzîmên xwe yên siyasî kirin. Yanî barek ketibe ser mile vî miletî kirine. Em serketina Kurdistana Iraqê dixwazin. Em silavên xwe ji bo Serokên xwe rêdikin. Em ji roja destpêkê û heta niha em bi hemû hêza xwe li gel Serok in. Em heyranê wê binemalê ne."

Heta sala 1946'an gelek şoreş û berxwedan li ser axa Kurdistanê pêk hatin lê ji wan yek jî bi ser neket. Li hemberî vê yekê Kurdan di nav kêmderfetiyê de bi bedelên giran tu caran dest ji doza bidestxistina mafê xwe yê rewa bernedan. Mihemed Selîm Şahîn jî di sala 1961-an de Pêşmerge bû. Selîm dibêje, ez 3 sal û 6 meh an li Mûsilê hatime zindanîkirin. Pêşmergeyê qehreman, wiha behsa wan rojan dike:

Pêşmergeyê Berê Mihemed Selîm Şahîn got jî: "Me û wan bi hev re dest bi şer kir. Milet hat, Qiyada Miwaqid hat, tanzîma siyasî û askerî hat kirin û 76 kes liv ir ji bo pêşmergetiyê qeyd kirin. Xwedê kerem kir û heta vê gavê hezar caran şikir ji Xwedê re em kêfxweş in ku ala Kurdistanê li ba bibe. Em niha jî ji bo Mesûd Barzanî fedayî ne. Niha jî ji me re bêje werin em ê hemû biçin, ez ê bi van rihên spî ve biçin."

Zilm mezin; şer giran bû. Bi sedan malbatên Kurdistanî ji ber zilma rejîma Ba'sê cîwarên xwe bicihiştin û li herêma Şirnexê bicihbûn. Xelkê vê herêmê li birayên xwe yên aware xwedî derketin. Vê rewşê di nav Kurdan de rihê berwedanê gej kir. Elî Mîrza Goyî jî di sala 1976'an di Şoreşa Gûlanê de katibê Qiyada Miwaqid bû. Elî Mîrza, armanca xizmet û têkoşîna wê roja îro wiha dinirxîne:

Pêşmergeyê Berê Elî Mîrza Goyî dibêje: "Heger kesekî şoreşekê bike armancekî wî heye. Heger armanca me ne dewleta Kurdistanê serbixwe bûya me we şul nedikir. Miletê Kurd hemû dildar e. Ser referandûma ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Serokî ve em hemû destekê didin. Ragihandina dewleta Kurdî xewna me ye. Ma heta kengê em ê rakevin dewleta Kurdî heye em ê rabin dewleta Kurdî nîn e. Em bi wê keyfxweş in, em hemû hazir in."

Xebatên ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê di nav miletê kurd de û li hemû beşên Kurdistanê hêviyeke mezin belav dikir. Zivistanên Kurdan bi dawî dihatin û bahara Kurdan destpê dikir. Zarokên serdêr û têkoşerên lehengên wê rojê îro jî li ser şopa bavên xwe ne. Haşîm Encû jî kurê şoreşgerekî qehreman e.

Kurê Lehengekî Şoreşger Haşîm Encu got: "Bi sedan salan e hêviya me ev bû. Ew fîşeka ku wan qehremanan hingê berdida ji bo rojeke wisa bû. Kurdekî bêje ev vê qebûl nakim ma wan qehreman an xwe ji bo çi dan şehîdkirin. Ma ne ji bo rojek wisa bû. Divê em hemû ji bo vê rojê bi keyf û şahî bin. Divê em hemû alîkar bin. Ma me ji bo çi ev tişt kir?"

Heycan û kelecena ragihandina dewleta Kurdistana serbixwe di nav Kurdên bakûr, nameze di nav şoreşger û zarokên şoreşgerên Gulan û Îlonê de belav bûye. Wekî Dilşad Boselî. Dilşad kûrê pêşmergeyê şehîd Hecî Mela ye û dibêje ez jî îro wekî fedayiyekî ji bo azadiya Kurdistanê amade me.

Kurê pêşmergeyê şehîd Dilşad Boselî wiha anî ziman: "Duayên me hemûyan ji bo ku em ji bin vê zilm û zordariyê derkevin e. Em dixwazin serbixwe bin, bila dewleta me jî hebe. Em dibêjin em hemû ji bo vî tiştî fedayî ne."

Pêşmergeyên şoreşger amaje bi wê yekê dikin ku têkoşîn û berxwedana miletê Kurd ew îro anîne ber bi qonaxa ragihandina dewleta Kurdistana azad û ji bo parastina axa Kurdistanê wekî duh dê îro û sibe jî amade bin.