Operasyona hevbeş a Tirkiyê û Îranê hemberê PKK di rojevê de ye

Erdogan diyarkir ku ligel Îranê liser Opreasyonek hevbeş dijî PKK lihev kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bo serdaneke rojana ber bi Urdinê ve bi rê ket. Erdogan di balefirxaneyê de bersiv da pirsên rojnamegeran û got, Tevî Îranê di demeke nêzîk de hember PKK li Qendîl û Şengalê operasyon di rojeva wan de ye û bi Serokerkanê Îranê re derbarê mijarê de axivîne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di vê derbarê de ragihand: "Operasyoneke hevbeş bi Îranê re, hember rêxistinên terorê her dem di rojeva me de ye. Bi Îranê re sînorê me heye û em xwedî heman bawermendiyê ne. Ev hevkarî di navbera her du Serokerkanan de hatiye gotubêjkirin. Çawaniya wê, aliyê dîplomatîk hatin gotubêjkirin. Di hevdîtina min û wî de jî em berfireh ser mijarê axivîn. Xebat dê berdewam bikin. Baskê PKK li Îranê PJAK e. zerer didin Îranê jî, me jî. Bi hevpeymaniya her du welatan, ev mijar dê demeke zûtir de çareser bibe. Hêviya min ev e ku, em dê encamên serkeftî bigrin."

Ev daxuyaniya Erdogan piştî serdana vê dawiyê ya şandeke leşkerî yan Îranî bi serperiştiya Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî tê, ku li ser hejmarek ji pirsên hevbeş û ferehkirina hevkariya leşkerî gotûbêj hatin kirin.