Teqînekê karwaneke hêzên Kurdî û Amerîkî armanc kir

Xwekujekî bi otombîleke bombekirî xwe di karwaneke leşkerî ya Amerîkî li başûrê Hesekê de teqand û di encamê de kuştî û birîndar ji HSD û hêzên Amerîkî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwekujekî bi otombîleke bombekirî xwe di karwaneke leşkerî ya Amerîkî li başûrê Hesekê de teqand û di encamê de kuştî û birîndar ji HSD û hêzên Amerîkî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nêzîk Şedadê li başûrê Hesekê xwekujekî bi otombîleke bombekirî xwe di karwaneke leşkerî ya Amerîkî li başûrê Hesekê de teqand û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, di encama teqînê de 5 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin kuştin û 2 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Ev teqîn di demekê de, roja 16ê vê mehê teqîneke bihêz li nav bajarê Minbicê çê bûbû, di encamê de derdora 20 kesan canê xwe ji dest dabûn, ku 4 ji wan serbazên Amerîkî bûn.