Jan Dost, Romana “Kobanî” îmze kir

Nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost piştî xebatên 18 mehî romana xwe ya li ser rizgarkirina Kobanî da çapkirin. Romana ku li ser Kobanî wek yekem roman e hatiye nivisîn gihişt ber destê xwendevanan.
kurdistan24.net

 

Nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost piştî xebatên 18 mehî romana xwe ya li ser rizgarkirina Kobanî da çapkirin. Romana ku li ser Kobanî wek yekem roman e hatiye nivisîn gihişt ber destê xwendevanan.

Yekem romana ku li ser Kobanî bi Kurdî hatiye nivîsandin, li Stenbolê bi xwendevanan hate nasîn. Nivîskarê pirtûkê Jan Dost ku di romana bi navê Kobanî de behsa êş, dîrok û rizgarkirina Kobanî dike diyar kir ku nivîsnadina vê romanê ji bo wî erkek bû.

Nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost piştî xebatên 18 mehî romana xwe ya li ser rizgarkirina Kobanî da çapkirin. Romana ku li ser Kobanî wek yekem roman e hatiye nivisîn gihişt ber destê xwendevanan.

Jan Dost li Stenbolê, di merasîma danasîna romanê de pirtûka xwe ji bo xwendevanan îmze kir.

Têkoşîna keç û xortên Kurd a li dijî DAIŞ di romanê de wek mijareke sereke cîh digire.

Nivîskar Jan Dost derbarê romana xwe de “Kobanî” ji K24ê re wiha axivî: “Ez wek kurekî Kobanî ku ez li Kobanî ji dayîk bûme, li Kobanî jiyame 35 sal min temena xwe li Kobanî bihorand, min wek erkekî dît, min nikarîbû şer bikira lê ez dikarim binivîsim. Him berxwedanê bînim ziman, him qehremaniya keç û xortên Kurd, perîşaniya miletê Kurd û tarîxa Kobanî bi kurtî ev in mijara romanê.”

Nivîskarê Kurd diyar kir nivîsandina romanê ji bo wî ne hêsan bû û got: “Zehmet bû ji ber ku mirov behsa êşa xwe bike her zehmet e. Min jî behsa êşê kiriye.”

Jan Dost, bi Kurdî û bi Erebî gelek roman, çîrok û helbest nivîsandine, gelek berhemên wî bo çend zimanên biyanî jî hatine wergerandin.