Kemal Kerkûkî: Hilbijartin li Kerkûkê bi dilê Heşda Şeibî dibe

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ji K24ê re ragihand, hilbijartinên Kerkûkê pak nabe û li gor daxwaza Heşda Şeibî dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ji K24ê re ragihand, hilbijartinên Kerkûkê pak nabe û li gor daxwaza Heşda Şeibî dibe.

Biryar e di meha Gulana bê de proseya hilbijartinên parlemanto û hilbijartinên encûmenên parêzgehan û qezeyan li Iraqê bi rê ve biçe.

Duh Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk/Germiyan di daxuyaniyekê de ragihand, PDK li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî beşdarî hilbijartinan nabe û Kerkûk wek bajarekî dagîrkirî binav kir.

Ji ber xiyanetiya 16ê Cotmehê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi alîkariya mîlîşyayên Heşda Şeibî karîn Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên di çarçova madeya 140 de dagîr bikin.

PDK yekem aliyê siyasî yê Herêma Kurdistanê ye bi fermî ragihand ku Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bi dagîrkirî ne û baykota hilbijartinan li wir kir.