Brîtanya rola Herêmê bo pêkanîna hikûmeta Iraqê bi pêwîst dizane

Birîtanya tekezî li rola Kurd bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dike û xweşhaliya xwe bo birêvebirina proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birîtanya tekezî li rola Kurd bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dike û xweşhaliya xwe bo birêvebirina proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê derbirî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wilkes civiya.

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Brîtanya tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê di pêkanîn û hevbeşiya di biryarên hikûmeta dahatî de û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê bi riya diyalogê kiriye.

Herwiha balyozê Brîtanyayê xweşhaliya xwe ji birêvebirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe diyarkirî de derbirî û hêviya birêveçûna hilbijartineke serkeftî ji Herêma Kurdistanê re xwast.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekezî li yekdengiya fraksiyonên Kurdistanî û bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê kir û beşdarî û rola erênî ya Herêma Kurdistanê di parlemanto û hikûmeta Iraqê de ji bo çareserkirina Iraq û pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê bi girîngî zanî.

 

S. B