Çendîn teqîn li firokxaneya Deb'e rû dan

Çend teqîn li firokxaneya Deb'e ya leşkerî li Himsê rû dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Çend teqîn li derdora firokxaneya Deb'e ya leşkerî li Himsê rû dan.

Ligor jêderên fermî yên hikumeta Suriyê çendîn rokêt li firokxaneya leşkerî ya hikumeta Suriyê li parêzgeha Himsê  ketin e. Li gor hin jêderên leşkerî yên hikumeta Suriyê jî, berevaniya esmanî karîbûye rûbirûyê wan rokêtan bibe.

Firokxaneya Deb'e ya leşkerî  dikeve rojavayê Himsê li ser sînorê Lubnanê û çendîn bingehên Hizbullah a Lubnanî jî, bi serpereştiya Îranê li xwe digre.

 

 

C.B