Ketîbeyên opozisyona Sûrî vîdyoyên nav Efrînê belav dikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Firqa El-Hemze ya hêzên taybet di Artêşa Azad de, li ser Twitterê girte vîdyoyek belav kir û têde xuya dibe, ku hêzên wan çûne nav bajarê Efrînê.
Di wê vîdyoyê de, hejmarek mezin ji çekdarên wê firqeyê tên dîtin ku di nav kolanên Efrînê de ne, herwiha wêneyek li ber avahiya gumrika Efrînê girtine ku di nav bajar de ye.
#الجيش_الوطني_السوري #فرقة_الحمزة_قوات_خاصة
— فرقة الحمزة (@alhamza_brigade) March 18, 2018
مقاتلو القوات الخاصة أصحاب القبعات الحمراء من داخل مدينة عفرينhttps://t.co/4lbEqTx8LU pic.twitter.com/CV9Ni5XWLC
Peyvdarê Artêşa Azad Mihemed El-Hemdîn ragihand, ku "Çekdarên opozisyonê îro destê sibehê derbasî nav Efrînê bûn û beşekî bajar kontrol kirin, piştî ku şervanên YPG ji nav bajar vekişyan".
Mihemed El-Hemdîn got: "Heya niha Artêşa Azad, rastî ti bergiriyekê nehatiye".
#الجيش_الوطني_السوري #فرقة_الحمزة_قوات_خاصة
— فرقة الحمزة (@alhamza_brigade) March 18, 2018
مقاتلو فرقة الحمزة القوات الخاصة أصحاب القبعات الحمراء من امام مركز الجمارك داخل مدينة عفرين pic.twitter.com/BKSdiiUCF9
Ev yek di demekê de ye, medya Tirkiyê belav kiriye ku hêzên artêşa Tirkiyê û ketîbeyên opozisyonê, derbasî nav bajarê Efrînê bûne.
Li gorî zanyariyên Kenala CNN TURK artêşa Tirkiyê ji rojhilat û rojavayê Efrînê ve, êrîşeke berfireh li ser navenda bajar destpê kir û derbasî nav bajar bû.
Li gorî zanyariyan jî, piştî du rojan ji aramiyê li nav Efrînê, îro firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tovî navenda bajar bordûman kirin û şerekî dijwar destpê kir û dengên teqînan li navenda bajar hat bihîtin.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Sûrî ya Azad ragihand, ku geraca kevin û taxên Eşrefiye û Cemîliye li Efrînê ji aliyê ketîbeyên wan ve hatine kontrolkirin.
Herwiha Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, derbarê rewşa meydanî ya Efrînê ragihand ku "Artêşa Tirkiyê û ketîbeyên Artêşa Azad derbasî nav bajar bûne."
Di beramber de ajansa Furat News ya nêzîkî PKK belav kiriye, ku bi sedema destpêkirina şerekî dijwar di nav Hêzên Sûrya Demokrat û artêşa Tirkiyê û ketîbeyên opozisyona Sûryê de, li taxên Eşrefiye û Mehmûdiye li nav bajarê Efrînê, hejmareke mezin ji serbaz Tirkiyê û çekdarên opozisyonê hatine kuştin û hejmarek ji wan hatine dîlkirin.
Ji aliyê xwe ve jî, heya niha YPG derbarê derbasbûna Artêşa Tirkiyê ji bo nav bajarê Efrînê, ti daxuyanî nedaye.
N.O