Keçeke kêmendam bi pêşanageha xwe ya hunerî hêviyê dide mirovan

Gunay Karakuş di teqîna du sal berê de ku li Enqereyê ji aliyê DAIŞ ve pêk hat ji lingê xwe bi giranî birîndar dibe û lingekî wê diqete. Keçika kêmendam dema li nexweşxaneyê dermankirina wê berdewam dike, dest bi xêzkirina wêneya dike û bi tabloyên ku xêz dike pêşangehekê vedike.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Xwediyê Pêşangehê Gunay Karakuş ji K24ê re wiha axivî: “Ji ber ku bi peyv an bi gotinan min nekarî êşa xwe derman bikim, loma min jî xwest ku bi wêne û karên hunerî êşa xwe derman bikim. Di komkujiya li Enqereyê de lingek min qetiya. Du hevalên min jî canê xwe ji dest dan. Trawmayek mezin me dît. Li ser pêşniyaza hin hevalan min dest bi hunerê kir û dema dermankirina min a 6 meh berdewam dikir min ev wêne xêz kirin.”

Di pêşangeha Karakuşê de her wêne bi peyamên xwe yên li ser jin, zarok û neheqiyan balê dikêşîne. Navê pêşangeha wê jî Ekînoks e ku bi manaya xwe qasî tabloyan balkêş e.

Gunay Karakuş dibêje jî: “Tîrêjên rojê dema ekînoksê li ser rûyê erdê bi heman awayî belav dibin, roj û şev wek mawe wekhev dibin. Wê rojê li aliyekê cîhanî tarî dibe li aliyekê jî ronî dibe. Min jî di jiyana xwe de serdemek tarî dît bi hêvî û berxwedanê ji tariyê derketim roniyê. Jiyan jî wisa ye ku li aliyek êş li aliyek bextewarî heye.”

Di pêşangehê de ku 15 tablo hene heta 22ê vê mehê ji bo serdanan dê vekirî be.