Macron pêwendiyê bi Barzanî û Ebadî re dike

Serokê Fransayê Emmanul Macron ragihand, "Min pêwendî bi Hewlêr û Bexdayê re kiriye û di çend demjimêrên bê de jî pêwendiyê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Heyder Ebadî re dikim."

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanul Macron di konferanseke rojnamevanî de di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê da ragihand, "Min pêwendî bi Hewlêr û Bexdayê re kiriye û di çend demjimêrên bê de jî pêwendiyê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Heyder Ebadî re dikim."

Serokê Fransayê tekezî li ser wê yekê kir, pêwîst e her du alî di zûtirîn dem de pêwendiyê bi nûnerê Netewên Yekgirtî li Iraqê re bikin, ji bo di zûtirîn dem de dawiyê li vî şerî bînin.

Emmanuel Macron daxwaz ji Serok Barzanî û Serokwezîr Ebadî dike, dest bi guftûgoyê bikin û li gor destûra Iraqê pirsgirêkan çareser bikin.

Konferansa rojnamevanî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron di piştî bidawîbûna civîna 28 serkirdeyê Ewropî de bû,  ku di çarçova roja duyem ya konferansekê de li Brûkselê paytexta Belçîka bi rê ve diçe.

 

Tê nûkirin..