Kurdistan Encûmena Serkirdayetiya YNKê aktîvkirina parlemento gotûbêj dike

Encûmena Serkirdayetiya YNKê aktîvkirina parlemento gotûbêj dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirina dawî pêşhatên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê dicive.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, piştî redkirina pêşniyaza PDK û YNKê ya derbarê aktîvkirina palementoya Kurdistanê ji aliyê Tevgera Goranê ve, îro Serkirdayetiya YNKê li Silêmaniyê dicive.

Li gor zanyariyên K24ê, di civînê de axaftin li ser bijardeyên din bo aktîvkirina parlementoyê tê kirin.

Li gor pêşniyaza PDK û YNKê, Yûsif Mihemed di yekem civîna parlementoyê de beşdar dibe û piştî wê ew desteya serokatiyê ya niha heye bê guhatin û desteyeke nû were hilbijartin.

Ev pêşniyaza PDK û YNKê duh ji aliyê herdu partiyan Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê hatibû redkirin.