Kurdistan Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikand

Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikand

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva borî çekdarên DAIŞê li mihwerê Xurmatûyê êrîşî çeperên Pêşmerge kirin, piştî şerekî giran hêza Pêşmerge karî êrîşa DAIŞê têk bişkîne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, derange şeva borî DAIŞê êrîşek I ser çeperên Pêşmerge li gundê Zerga ya Xurmatûyê, piştî şer û pevçûnên giran, Pêşmerge êrîşa DAIŞê şikand.

Peyamnêrê me li ser zarê fermandarên Pêşmerge jî ragihand, hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

Derbarê ziyanên hêza Pêşmerg de aşkere kir, Pêşmergeyek bi navê Dara Çoçanî şehîd bû.

Ev êrîş di demekê de ye, DAIŞ çendîn car in li mihwerê Xurmatûyê êrîş birine ser çeperên Pêşmerge, lê heta niha nikarîne xalekê li wê deverê kontrol bike.

Li gor fermandarên serbazî, heta Hiwêca di destê DAIŞê de, metirsî li ser Kerkûk û derdora wê heye.