TRT: 50 saet ji AK Partî û 7 deqe ji HDP re
K24 – Navenda Nûçeyan
Televîzyona Fermî ya Tirkiyê TRT 50 seet cih dide AK-Partiyê, lê HDP tenê 7 deqe sûd ji TRTyê werdigre.
Li gor amarên hatî ragihandin TRT di meha sibatê de nêzikê 50 seet cih daye AK-Partiyê. CHP 11 seet, MHP 3 seet, Iyi-Partî 2 seet derketiye ser ekranên TRTyê. Lê partiya ko herî kêm derketiye ser şaşeya TRTyê Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye.
TRT di meha sibatê de tenê 7 deqe behsa HDPyê kiriye. Parlementera HDPyê Meral Daniş Beştaş rexne li vê yekê girtibû û pirsnameyek pêşkêşî parlementoya Tirkiyê kiribû. Gelo hikûmeta Tirkiyê ferman dide TRTyê ko HDP kêm derkeve ser şaşeyê?
C.B