Wezret a Hindûrî bo daxistin a parzûngehan hêzê dilivîne

Wezaret a Hindûeî ya Herêm a Kurdistanê, di fermanek a wezarî de, biryar daye komîteyek a ewlehîyê pêbihîne bo daxistin a parzûngeh ên nayasayî di Derêm a Kurdistanê de.

K24- Hewlêr

 Wezaret a Hindûeî ya Herêm a Kurdistanê, di fermanek a wezarî de, biryar daye komîteyek a ewlehîyê pêbihîne bo daxistin a parzûngeh ên nayasayî di Derêm a Kurdistanê de.

Li gor wê biryarê hêz ên Zêrevanî, Asayîş, polîs ên paraztin a neft û gazê, polîs ên jîngehê, berevanî û firyakevtin û polîs ên parêzgehan pişikdarîyê dikin.

Herweha di biryarê de hatîye  ku Ew komîte yên asayîşî, ji 50 efser û karmendan dê bihên pêkanîn bo her parêgehekê.

Ew ferman a wezarî, hijmare 5436e, evro 24ê / Avdarê/ 2019 derkevtîye û wêneyek a wê gehiştîye Kurdistan24, têde hatîy: ”bi piştîvanî ya biryar a serokatî ya Civat a Wezîran/ Civat a Herêmî bo Karûbar ên Neft Gazê, hijmar (3830 li 5/8/2018)yê movk a (3) û li gor wê desthlat a ku dayîne me ji yasa ya wezaret a Hindûrî hijmar 6 li sal a 2009ê, me biryar da:

  • Pêkanîn a sê hêz ên hevpişk ên taybet biwê awayî ya ku li xwarê hatîye li her sê parêzgehan(Hewlêr, Slêmanî, Duhok) bi armanc a nehêlan a parzûngeh ên neyasayî, ku di biryar a ser ve hatîye destnîşankirin û herçende berê jî hatibûn haydarkirin ji alîyê wezaret a Hindûrî ve; lê pabend nebûne bi biryar a ladanê.
  • Ew hêz ên bi fermandeyîya Ew efesr ê ku di movk a yekê ya hêz ên hevpişk de hatîye, dê kar bikin li jêr serperiştî ya komîte yên lawekî  yên ladan a wan parûngeh ên nayasyî di her parêzgehekê de.
  • Tev pêdivî yên wan hêz ên hevpişk ji xwarin benzîn, ji alîyê serok ê komîte ya lawekî yên labirin a parzûngeh ên nayasyî dê bihê dîyarkirin û xerckirin ji wê pêşîne ya ku hatîye mezaxtin ji alî yê serokatî ya Civat a Wezîran bo nehêlan a wan parzûngeh ên nayasayî.
  • Parêzgar ên bi rêz, bi temamî harîkarê komîte yên lawekî bibin  ji alî yê dabînkirin a alav, otombêl, barhilgir, krên û kerest ên din yê pêdivî bo bicihanîn a biryar a li ser ve.