Hikûmeta Tirkiyê, bi armanca gotubêjkirina encamên hilbijartinan civiya

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, bi armanca gotubêjkirina encamên hilbijartinên 31'ê Adarê civiya.

K24- Hewlêr

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, bi armanca gotubêjkirina encamên hilbijartinên 31'ê Adarê civiya.

Encumena Wezîran ya Tirkiyê, piştî 2 meh û nîv, bi serokatiya Serokomar Receb Tayîb Erdogan civiya. Li gor agahiyan, mijarên sereke yên civînê, prose û encamên hilbijartina 31'ê Adarê, têkoşîna dijî terorê û rewşa aboriya Tirkiyê ne.

Kabîneya Serokomari, civîna herî dawî, 4'ê Sibata 2019'ê li dar xistibû.

Li gor şîrovekarên siyasî, Erdogan dixwaze di kabîne û partiyê de dixwaze hin guhertinan bike, lê ji bo vê ewê benda Kongreya Awarte ya AK Partiyê bimîne.