Chatham House: Aboriya Tirkiye ber bi herifandinê ve diçe

Fadi Hakura, di gotar-analiza xwe de, sinyalên metirsiyê liser aboriya Tirkiye anî ziman...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsiyarê Projeya Tirkiye di Chatham House (ku yek ji mezintitîn şirketên analiza aborî ye) de û pîsporê siyaseta Tirkiye ya navxweyî û navneteweyî Fadi Hakura, di gotar-analiza xwe de, sinyalên metirsiyê liser aboriya Tirkiye anî ziman.

Ligor Hakura, şirketên mezin ên Tirkiye û dewlet bi xwe dikeve rewşa ku nikaribe deynên xwe yên derve bide û ev yek sinyalek xûrt a herifandina aboriya Tirkiye ye.

Pîsporê Chatham House herweha destnîşan dike ku, başkirina rewşa aborî ya Tirkiye dikare bi plan û projeyên jêrxaneya welat, hesanîkirina hewl, xebat û planên kartên taybet ên navxweyî û navneteweyî, ewleyiya aborî ya xweser û firotinên derveyî ve dikare bikeve rêyek stabîl de. Lê, desthilata Tirkiye, di taybetî Serokomar projeyên kêmdemî dan e pêş xwe û ev yek dikare motor a aboriyê bişewîtine.

Hakura hilbijartina desthilatî jî xelet dibîne, bi taybetî jî dan a aliyekî ya Wezîrê Aboriyê yê berê Mehmet Şimşek û ji cihê wî destnîşankirina  Berat Albayrak, ku zavayê Serokomar e. Ligor Hakura, vê yekê metirsiyek mezintir ligel cîhana aborî peyda kiriye. Hakura herweha rewşa aborî ya Tirkiye, wekî metirsiya mezin lipêş desthilata Tirkiye rêz dike.

 

 

C.B