Partiya desthelatdar ya Swedê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Partiya Sosyalîsta Dîmukrat a Swed, ku desthelatdariya wî welatî dike piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

K24- Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyal Demokrat a Swed, ku desthelatdariya wî welatî dike piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

Perlemanterê Partiya Sosyal Demokrat û endamê komisyona derve ya Perlemana Swed Anders Österberg, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em piştevaniya encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin."

Österberg got: "Referandum mafekî yasayî û rewa yê gelê Kurdistanê ye û dive civaka navdewletî rêzê li xwesteka gelê Kurdistanê bigire."