Teqînek li Londonê qewimî

Medya Birîtanî ragihand: “Hejmarek welatiyên Birîtanî di encama teqînekê de, ku li wêstgeheke mîtroyê qewimî birîndar bûn."

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Birîtanî ragihand: “Hejmarek welatiyên Birîtanî di encama teqînekê de, ku li wêstgeheke mîtroyê qewimî birîndar bûn.”

Teqîn sibeha îro li rojavayê Londona paytexta Birîtanya çê bû.

Desteya hewarçûnê li gel tîmên xwe gihiştin cihê bûyerê û dest bi veguhestina birîndaran ji bo nexweşxaneyê kirin.